Hêzên Îsraîlê ragihand ku endamekî Hêza Redwan a girêdayî Hizbullahê li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî Hêza Redwan a girêdayî Hizbullahê, duh di êrişa li ser herêma Nebetiye ya li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kuştî beşdarî plankirina gelek êrişên li dijî Îsraîlê û di heman demê de di avakirina binesaziya Hizbullahê de bûbû.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku Îsraîlê 2 caran başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Di encamê de 2 kes hatin kuştin. Li gorî wezaretê di meha borî de 26 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.



