Li navçeya Raperîn ya başûrê Kurdistanê merasîmên sersaxiyê ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Mahîr Destîna, di roja duyemîn de didomin.
Gerîlayê HPG’ê şehîd Rîşwan Salih bi nasnav Mahîr Destîna, di êrîşa dewleta Tirk de li ser Xakûrkê, di 31’ê Adara 2020’an de şehîd bûbû.
Ji bo şehîd jî li bajarokê Çarqurne yê navçeya Raperîn konê sersaxiyê hate vedan.
Li gel malbata Şehîd Mahîr Destîna, malbatên şehîdan gelek welatparêz tevlî merasîmên sersaxiyê bûn.
Li wir, Peyama Komîteya Malbatên Şehîdan ya Başûrê Kurdistanê hate dayîn.
Di peyamê de li ser rol û pêşengiya şehîdan ya di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan û bicihanîna hêviyên wan yên bidestxistina azadiya mayînde hate dayîn.



