Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û bang li desthilata Tirkiyê kir ku gavên şênber biavêje.
Bakirhan diyar kir vekirşîna hêzên gerîla ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaveke mezin û dîrokî bû û got, “Lewma divê qanûnên derbasbûnê tavilê bêne derxistin. Divê rêveberiyên herêmî bên xurtkirin.”
Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partî li bajarê Stenbolê Konferansa Demokrasiya Xwecihî lidarxist.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di konferansê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
“Li dijî gefên li ser Rêveberiyên Xwecihî divê Demokrasî bê xurtkirin”
Bakirhan diyar kir li Tirkiyê ji her demê bêhtir gef li ser rêveberiyên xwecihî heye û çareseriya li dijî vê xurtkirina demokrasiyê ye û got,
“Demokrasiya xwecihî ne tenê rêveberiya xwecihî ye, di heman demê de demokrasiya li welêt e. Demokratîkbûna giştî ji qada xwecihî derbas dibe.
Ji ber ku demokrasî herî zêde li cihê rêveberiyên xwecihî tê dîtin. Divê nêzîkatiya ku çareseriyê ji navendê dike, bê terikandin.”
“Bi vekişîna gerîla re amûra erkdarkirina qeyûman ji holê rabû”
Tûncer Bakirhan diyar kir bi vekişîna hêzên gerîla re li Tirkiyeyê veguherîneke dîrokî pêk hat û wiha dewam kir,
“Ew amûr ji destê wan hêzan hate girtin ku rêxistin û çek ji bo erkdarkirina qeyûman weke amûr bi kar dianîn.
Divê xwedî li pêvajoyê bê derketin. Ev pêvajo tevî aştiyê serketina demokrasiya xwecihî ye.”
“Ji bo mayindebûna pêvajoyê divê gavên şênber bê avêtin”
Bakirhan destnîşan kir ji bo ji bo mayindebûna pêvajoyê divê gavên şênber bê avêtin û got,
Gava vekişînê ya herî dawî gava herî mezin bû. Lewma divê qanûnên derbasbûnê tavilê bêne derxistin. Piştre jî divê maf û azadî bêne berfirehkirin.
Divê rêveberiyên xwecihî bêne xurtkirin.”



