Bi dirûşmeya “Konferansa ji nû ve Avakirinê” li Hollandayê ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên heyî civînek hate lidarxistin.
Di civînê de siyasetmedar Fuat Kav li ser pêvajoya siyasî ya tê meşandin nirxandinên berfireh kir.
Fuat Kav anî ziman ku heke pêvajo rast neyê fêmkirin, dubarekirin dikarin rû bidin û wiha got:
“Fêmkirina pêvajoya niha ya tê meşandin, girîngiyeke wê ya jiyanî heye.
Eger em vê pêvajoyê baş fêm nekin, em ê her tim li cihê xwe bisekinin, bikevin dubareyan û nikaribin tevlî pêvajoyê bibin.
Divê em guh bidin gotinên Rêber Abdullah Ocalan. ”
Fuat Kav diyar kir ku Rêber Apo bi salan e balê dikişîne ser rêyên çareseriya siyasî û wiha berdewam kir:
“Rêber Apo bi salan e ku rastiya têkoşînê ya bi rêya siyasî muzakere kiriye û ev her tim aniye ziman.
Îro jî deriyên têkoşîna siyasî vedibin.”



