Wezîrê karê derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku ew amade ne, danûsitandinan bi Amerîka re bikin.
Heman demê Eraqçî bang li Trump kir ku vegere ser maseya danûsitendinê.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bersiv da Trump û diyar kir ji bo vegera ser rêya rast hîna jî ne derenge.
Ebas Araqçî got ku Tehran amade ye li ser bingeha berjewendiyên hevbeş danûstandinan bike.
Eraqçî teqez kir, formula ku di sala 2015’an de hatibû bikaranîn niha jî dikare were bikaranîn.
Her wiha Ebas Eraqçî da zanîn, sedemên dest pêkirina şerê 12 rojî, tesîsên nukleerî ji hêla Îsraîlê ve wek gef dihat hesibandin.
Eraqçî got:
“Îranê dîplomasî nekuştye, lê yên ku maseya danûstandinan bombaran kirin, dîplomasî kuştin.
Îsraîl berpirsiyarê hedefgirtina pêvajoya dîplomatîk e û tirsa rastîn a Îsraîlê têkçûna projeya şeytanîkirina Îranê ye.”
Wezîrê karên derve yê Îranê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re got ku hîn ne dereng e, vegerin ser rêya rast û dawî li xapandinên xwe bînin.
Serokê Amerîkayê rêkeftina bi Tehranê re wekî kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn bi nav kir û got ku Îran dixwaze rêkeftinekê bike.
Trump careke din teqezî li ser wêrankirina tevahiya tesîsên nukleerî yên Îranê kir û got:
“Îran êdî xwedî kapasîteya nukleerî nîne.”
Larîcanî: Divê danûstandinên rastîn hebin
Li aliyek din Elî Larîcanî, ragihand ku Tehran prensîba danûstandinan red nake, lê qebûlkirina şert û mercên pêşwext qebûl nake.
Larîcanî got:
“Em nabêjin ku em ê danûstandinan nekin, lê divê danûstandinên rastîn hebin.”
Larîcanî diyar kir ji ber daxwazên pêşwext yên Amerîka û sê welatên Ewropî – Fransa, Almanya û Brîtanyayê dan û sitendinên di meha îlona borî de bi ser neketin.
Li gorî Elî Larîcanî, Rojavayiyan dixwestin ku menzîla moşekên Îranê ji 500 kîlometreyan kêmtir bike.
Her wiha Larîcanî ew daxwaz bê mantiq binav kir û got ku ne maqûle ku Îran wê daxwazê qebûl bike.
Heman demê Elî Larîcanî daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Thomas Barak di civîna duh a li Manamayê de wekî gef bi nav kir.
Larîcanî got ku Barak gotiye; “ev cara dawî ye we hişiyar dikim, yan hûn guh bidin tiştên ku em dibêjin an jî hûn bi xwe dizanin, ango Îsraîl dê êrîşî we bike.”



