Wezareta Hindirîn a Hikûmeta Veguhêz dibêje ku agahiyên derheqê revandina jinan li Perava Sûriyê, ne rast in.
Bi gotina wê, tenê jinek hatibû revandin û ew jî xelas kirine.
Lê belê Çalakvan dibêjin ku ev daxuyanî ne rast e û gelek jin çarenûsa wan nayê zanîn.
Di navbera daxuyaniyên Hikûmeta Veguhêz û belgeyên li ser erdê, çarenûsa jinên revandî yên li Perava Sûriyê, nayê zanîn.
Berdevkê Wezareta Hindirîn a Hikûmeta Veguhêz Nûredîn Baba dibêje ku wan 43 rewş belge kirine, lê tenê yek a revandinê ye û ew jî li malbata wê vegerandine.
Çalakvan: Daxuyaniya Hikûmeta Veguhêz ji bo jinan ne rast e
Lê belê, malperên Medya Dijîtal bi hêrs li vê daxuyaniyê dinêrin û dibînin ku ev veşartina rastiyê ye.
Nexasim ku wêneyên jinên revandî belav dikin û piştrast dikin hîna çarenûsa wan ne diyar e.
Bi gotina wan, ev daxuyaniya dawiyê ji rastiyê dûr e û jinên revandî ji civaka Elewî ne.
Berî niha jî Reutersê eşkere kiribû ku hejmareke jinên elewî hatine revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Her wekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî gotibû ku bi dehan jinên elewî li Parêzgehên Lazqiyê, Tertûs, Hims û Hemayê hatine revandin û raporên belgekirî gihaştine destê wan.
Tevî van agahiyan jî heta niha tirseke mezin li Perava Sûriyê heye, nexasim piştî bûyerên meha Adarê, ewlehî li wê herêmê peyda nabe.
Hingî Reutersê lêpirsînek belav kir û piştrast kir ku Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz komkujiyên mezin li wê herêmê kirine.



