Li ser rêya Henadî ya bajarê Lazqiyê şewatek çêbû, agir bi dar û daristanên derdorê ket.
Li gorî şahidan, xelkê herêmê lez da vemirandina agir, lê ji ber leza belavbûna şewatê nikarîn agir vemiranda û eger heye ku agir rûberên berfireh bide ber xwe.
Heta niha sedemên derketina şewatê ne diyar in û aliyên eleqedar jî tu daxuyaniyek fermî der barê şewatê yan jî xebatên vemirandinê de heta niha nedane.



