Tevî hilweşîna rêjîma baas’ê jî hîn jî hewldanên qaçaxtiya Narkotîkê li ser sînorê Sûrî-Urdunê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, artêşa Urdunê ragihand ku wan hewldanek derbasbûna 2 kesan bi awayekî neqanûnî li ser sînor têk birin.
Fermandariya Giştî a Artêşa Urdunê da zanîn ku 2 kes li ser sînorê Sûrî-Urdunê dixewstin bi awayekî neqanûnî sînor derbas bikin, lê belê hêzên wan destwerdan kir.
Fermandariyê got ku wê her du kes girtin û radestî aliyên pêwendîdar.



