Serepspîkosê dêra katolîk a Suryanên li Hums, Hama û Nebkê got “hebûna xiristiyanan li Sûriyeyê hêdî hêdî dimire” û welat ber bi kopiyeke Efganistanê ve diçe. Her wiha got pêdiviya welat bi modeleke siyasî ya zelal a rêveberiyê û pergaleke ewlehiyê heye ku baweriyê bide avakirin.
Jak Mûrad hişyarî da ku hebûna xiristiyanan li Sûriyeyê hêdî hêdî tune dibe û nebûna wan wek “windahiyeke mezin ji bo welêt” pênase kir.
Mûrad di axaftina xwe de diyar kir ku li Sûriyeyê dêr di rewşeke nayê qebûlkirin û nayê domandin de ne û îşaret pê kir ku bi hezaran xiristiyan ku li pey şert û mercên jiyanê yên çêtir digerin, koçber dibin.
Li gorî rapora ACN’ê hejmara xiristiyanan li Sûriyeyê di sala 2011’an de nêzî 2.1 milyon bû û di sala 2024’an de daketiye 540 hezar kesî. Mûrad sedema daketina vê hejmarê spart têkçûna hewldanên herêmî û xwecih ên rêgirtina li ber koçberiyê û got: “Sedem ne dêr e, lê belê rewşa karesatî ya siyasî û aborî ye.”
Mûrad anî ziman ku ji bo rêgirtina li ber koçberiyê, pêdivî bi modeleke siyasî ya ewle ya rêvebirinê û pergaleke ewlehiyê heye ku baweriya xelkê ji nû ve bide avakirin. Di heman demê de hişyarî da ku welat ber bi kopiyeke din a Efganistanê ve diçe û got: “Hîn em negihaştine asta tundiya li wir, lê em jê dûr nîn in.”
Mûrad got ji bo sûriyeyiyan ne azadiya olî û ne jî ya siyasî heye û got tundî, rakirina tolê û bûyerên trajedîk rû didin ku hewldanên sekinandina herikîna xwînê asteng dikin.
Jak Mûrad bang li aliyên têkildar kir ku ji bo bidawîkirina tundiyê û pêkanîna edaletê gavên pratîk biavêjin û got nebûna edaletê encamên qutbûna 60 salan a dewlet û gel e. Her wiha anî ziman ku “baweriya xelkê bi hikumeta xwecih û civata navneteweyî nîn e.”
Mûrad bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî bûyerên li Sûriyeyê rû didin helwesteke diyar û xurt bigire. Bang li rêxistinên xwecih û navneteweyî kir li hemberî çanda tirsê bi desteyên perwerde û çandê re tevkariyê bikin û got ev yek bi rêya bernameyên perwerdeyê yên ku asta hişmendiya qanûnî û xweseriya dozgeriyê dibe.
Serepspîkosê dêra katolîk a Suryanên Hums, Hama û Nebkê destnîşan kir ku Dêra Helebê “forumên ji bo amadekirina welatiyan bi rêxistin dike da ku dema ku şert û merc destûrê bidin rolên siyasî bilîzin û beşdarî hewldanên veguherîna ji sîstemeke otorîter a yek-partî bo sîstemeke demokratîk bibin.”
Mûrad diyar kir ku “dêr pabendî mafê xwe ye ku vê rolê di welatekî bi dîrok û şaristaniyê dewlemend de bilîze, lê îro li axa xwe xwe wek biyanî hîs dikin.”
Jak Mûrad di sala 2015’an de dema karê xwe li bajarokê Qeryateyn ê Humsê dikir, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, piştî çend mehan bi alîkariya misilmanên herêmê hatibû rizgarkirin.



