DEM Partiyê derbarê salvegera darbeya siyasî ya ku 4’ê Mijdarê ya 2016’an li dijî HDP’ê hat kirin daxuyanî da û xwest hemû qeyûm werin vekişandin û siyasetmedarên girtî bên berdan.
DEM Partiyê destnîşan kir ji bo xurtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê hemû girtiyên siyasî yên ji ber derbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê bên berdan û got,
“Divê polîtîkayên qeyûman bên vekişandin. Dest danîna ser îradeya gel tune hesibandina demokrasiyê ye. Divê ev rewşa tune hesibandinê tavilê bi dawî bibe. Divê qeyûm bi dawî bibe û kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin vegerin ser erka xwe.
Bendewariya gel ji desthilatê ew e ku kesên ku ji ber siyaset kirine hatine girtin bên berdan.



