Li ser rêya Girkê Legê-Qamişloyê li nêzî gundê Girziyaret qezayek trafîkê çêbû, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Îro li ser rêya Girkê Legê -Qamişloyê li nêzî gundê Girziyaret ê kantona Cizîrê qezayek trafîkê çêbû, birîndar çêbûn û rakirin Nexweşxaneya El Heyat a Girkê Legê.
Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine wergirtin, 4 kes birîndar bûne , rewşa wan baş e.
Navên birîndaran wiha ne:
Omer Fexir (19)-tenduristiya wî baş e.
Îmad Îsa (45)-di lingê rastê de şikestin heye.
Yasir Hemdî (46)-tenduristiya wî baş e.
Welîd Hemdî (32)-tenduristiya wî baş e.
Rêveberiya nexweşxaneyê diayr kir ku birîndar hatin dermankirin û rewşa wan baş e û di bin lênêrînê de ye.



