Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sûcên revandin, qetilkirin û êrişên çekdarî zêde dibin.
Mînaka herî berbiçav cenazeyê welatiyekî bi navê Îbrahîm Semîr Mehmûd ku pêr hatibû revandin hat dîtin.
Her wekî peywendî jî bi jinekê re ku berê xwe dida Humsê qut bû.
Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku cenazeyê Îbrahîm Semîr Mehmûd (45) ku pêr hatibû revandin, hat dîtin.
Li gorî agahiyan, li taxa Cub El Cendelî-rêya Zêdel peywendî ji welatî qut bûn.
Li taxa Coret Şiyah cenazeya wî hat dîtin û ji bo nexweşxaneya Weir hat veguhastin.
Berî wê bi çend saetan li taxa Ekremê komeke çekdar gule li jina ciwan Alaa Eshed (19) barandin.
Di encamê de di rûyê xwe de birîndar bû.
Peywendî bi jinekê re berê xwe dida Humsê qut bû
Her wekî çavkaniyan daxuyand ku peywendî bi Cemîle Ehmed Şahîn (39) a ji gundekî rojhilatê Humsê ye ji roja şemiyê ve qut bûne.
Cemîle dayika 3 zarokan e û ji bo serdana bijîşkî berê xwe dabû bajarê Humsê.
Li gorî agahiyan Cemîle nêzî saet 15.00ˊan piştî nîvro ji mal derket, lê ji wê wextê heta vê kêliyê telefona wê girtî ye.
Malbatê got wan agahî daye aliyên ewlehiyê, lê bersiva wan ew bû ku 72 saetan bendewar bin heta dikevin tevgera lêgerînê.
Ev hemû di demekê de, ku ji ber bêaramî û tevliheviyê sûcên kuştin û revandinê li bajêr zêde bûne.



