Siyasetmedar û rewşenbîrên Sûriyî têkildarî dûrxistina îradeya gelê Sûriyê ji lihevkirinan û rêkeftinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hişyarî dane.
Siyasetnedaran dan zanîn ku her rêkeftinek ku ne li gorî îradeya neteweyî ya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê be, dê ne rewa be.
Her wiha gotin ku ev biryarên wiha nûneriya hemû beşên civakê nakin.
Siyasetmedar û rewşenbîrên Sûrî dûrxistina îradeya gel ji lihevkirinan û rêkeftinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bi fikarin.
“Peymanên hikumeta veguhêz a Sûriyê bi welatên din re rewa nîne”
Parêzer Ehmed El Xidir diyar kir ku peymanên hikumeta veguhêz a Sûriyê bi welatên din bi taybet Tirkiyê re hatine çêkirin, ne rewa ne.
Ehmed El Xidir anî ziman ku çi peymanek ku li derveyî îradeya gelê Sûriyê tê kirin nayên qebûl kirin û got:
“Ew peyman tenê xizmeta berjewendiyên hin kesên di nav hikumetê de dikin.”
Her wekî destnîşan kir ku armanca van peymanan, navendîbûna kevin ya rejîma Baasê ji nû ve derxin.
“Divê çareseriya Sûriyê berfireh be û xwestekên gel nîşan bide”
Siyasetmedar Yaser El Kurdî jî ragihand ku eger nîzîkbûna di navbera Şam û Enqerê de ne li ser îradeyek neteweyî ya Sûriyeyê ava bibe nayê pejrandin, û got:
“Divê çareseriyek berfireh bê dayîn, ku xwestekên gel ji bo azadî, demokrasî û yekîtiya welêt nîşan bide.”
“Ev biryarên wiha nûneriya hemû beşên civakê nakin”
Jina rewşenbîr Nisrîn Mele Hesen derxistina Sûriyan ji maseya danûstandinan wekî xeteriyeke mezin li ser yekîtî û tevna civakî ya welêt bi nav kir.
Nesrîn Mele Hesen da zînan ku biryarên di der barê sibroja Sûriyê de ku bêyî beşdariya gel têne girtin, hêza sûriyeyian a ji bo avakirina siberojeke aram lawaz dikin û xetera parçebûnê zêde dikin.



