Amerîka bi welatê Meksîkayê re di nav dan û sitandinê de ye ji bo dest bi operasyonekî li dijî kartêlên Nakotîkê bike.
Hat ragihandin ku wê operasyon bi hêzên taybet ên hevbeş ve werin li darxistin.
Hat îdiakirin ku rêvebiriya Donald Trump, li Meksîkayê amadekariya operasyoneke li dijî kartelên narkotîkê dike.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku di çarçoveya plana operasyonê de dest bi perwerdeyan hatiye kirin.
Tê gotin ku Amerîka plan dike di çarçoveya operasyonê de bi balafirên bê mirov êrişî laboratuwarên narkotîkê û kartelan bike.
Her wiha tê plankirin Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş û hêzên Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) jî beşdarî operasyonê bibin.
Hat diyarkirin ku danûstandinên li ser berfirehiya operasyonê berdewam dikin û biryara dawî hîn nehatiye dayîn.



