Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî derbarê danûstandinên QSD’ê û Şamê yên ku li ser mijara entegrasyona demokratîk tên dkirin de axivî.
Bahçelî dibêje avakirina tumenên serbixwe yên QSD’ê ji bo ewlekariyê Tirkiyê gef e.
Bahçelî bal kişande li ser danûstandinên derbarê entengrasyona demokratîk ên QSD-Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê û îdia kir ku daxwaza avakirina tumenên serbixwe yên QSD’ê ew raste rast ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê weke gef dibînin.
Bahçelî careke din QSD weke PKK nîşan da û anî ziman berdewamkirina wê bi rengên cuda wê li dijî armanca pêvajoyê be û ev yek wê xeteriyeke li ser yekbûna xaka Tirkiyê û Sûriyê be.


