Serokê Partiya Tevgera Neteweperest-MHP’ê Devlet Bahçelî îro derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
Bahçelî ji komîsyona ku li meclisê ya di çarçoveya pêvajoyê de hatiye avakirin xwest ku biçe Îmraliyê li Rêber Apo guhdarî bike.
Bahçelî derbarê mijarê de dibêje,
“Xebatên komîsyonê ber bi dawiyê ve hatine. Divê nêrînên Rêberê Damezrîner yê PKK’ê jî bên girtin û niqaşên ku bi rojane li ser mijarê tên kirin divê bi dawî bibin.
Bahçelî got ku dema parlementerên di komîsyonê de biçin Îmraliyê peyamên ku pêwîstî pê hene bigirin wê hê zêdetir pêvajoyê bi leztir bike. Em jî weke MHP amade ne beşdarî şandeyeke wiha bibin.”



