Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 10 gerîlayên ku di sala 2017’an de li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku ew ê her tim bîranîna hevrêyên xwe yên ku hêrsa xwe li hemberî dijmin li her qadê veguherandin çalakiyê bidin jiyîn.
Her wiha HPG’ê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên hevreyên xwe yên şehîd da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 10 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevreyên wan Sara, Hawar, Ferman, Egîd, Çekdar, Rojhat, Poyraz, Rûbar, Ronî û Zagros di sala 2017’an de li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me yên hêja li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşiyan.
Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedayî şerkirin.
Lehengên me yên ku kêliyek jî li hemberî konsepta îmhayê ya dewleta Tirk dudilî nebûn.
Di şert û mercên herî zehmet de jî di nava lêgerîn û parastina hebûna gelê me de bûn.
Hevrêyên me bi têkîliyên xwe yên xurt û helwestên xwe yên fedayî ji me re bûn mîrateyeke mezin ya têkoşînê.
Em ê her tim bîranîna hevrêyên xwe yên ku hêrsa xwe li hemberî dijmin li her qadê veguherandin çalakiyê bidin jiyîn.
Hevreyên me Sara, Hawar, Ferman, Egîd, Çekdar, Rojhat, Poyraz, Rûbar, Ronî û Zagros di têkoşîna sala 2017’an de li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.
Her wiha di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbata şehîdan û tevahî gelê Kursistanê yê welatparêz re xwest û soza pêkanîna armancên hevreyên xwe yên şehîd da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Sara Firat
Nav û paşnav: Nursel Aşkin
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Navê dayik û bav: Hanim-Hasan
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Sibata 2017’an/Zap

Nasnav: Hawar Amed
Nav û paşnav: Selahaddîn Eskerî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Navê dayik û bav: Zerîfe-Elî
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Sibata 2017’an/Zap

Nasnav: Ferman Amed
Nav û paşnav: Lokman Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Tavus-Bahrî
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Sibata 2017’an/Zap

Nasnav: Egîd Kerboran
Nav û paşnav: Zeynel Abîdîn Kaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Mensure-Şemsettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2017’an/Avaşîn

Nasnav: Çekdar Hanî
Nav û paşnav: Hasan Opçîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Sevdet-Sidki
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2017’an/Avaşin

Nasnav: Rojhat Tendurek
Nav û paşnav: Nurullah Gumuş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Bahar-Nîhat
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2017’an/Avaşin

Nasnav: Poyraz Serhildan
Nav û paşnav: Mehmet Saît Temel
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Hakîme-Mehmet Arîf
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2017’an/ Zap

Nasnav: Rûbar Kanî
Nav û paşnav: Rizgar Ekîncî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Rindihan-Şemsettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2017’an/ Zap

Nasnav: Ronî Çarçela
Nav û paşnav: Îlhan Soydan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Melîha-Lutfî
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2017’an/ Zap

Nasnav: Zagros Serdar
Nav û paşnav: Yunus Bîlgî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Zînnet-Hatîp
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Gulana 2017’an/ Zap



