Çalakvan û siyasetmedarên li Sûriyê di derbarê sîstema nenavendî nirxandin kirin.
Çalakvanan diyar kir ku nenavendî deriyê veguherîna demokratîk a rastîn li Sûriyê ye.
Her wiha destnîşan kir ku beşdarbûna hemû pêkhateyan di biryardayînê de tekane rêya bidawîkirina alozî ye.
Bi hatina hikumta veguhêz a Sûriyê heviyek guhertina sîstema navendî ket dilê gelê Sûriyê de çêbû.
Lê eynî tiştê ku Esed dikin niha hikumta veguhêz jî bi heman zihniyetê dike.
Sîstema navendî sîstemeke ku di bin navê yek ziman yek tek û yek al mafê hemû pêkhateyan naparêze.
Li ser vê mijarê çalakvan û siyasetmedarên li Sûriyê nirxandin kirin.
Çalakvanê siyasî Ewas El Elî diyar kir ku demokrasiya rastîn li ser beşdarbûna hemû beşên civakê di rêvebirina karûbarên dewletê de ye.
“Paşguhkirina her beşeke civakê encamên xerab derdixe holê”
El Elî anî ziman ku paşguhkirina her beşeke civakê encamên xerab derdixe holê, bi taybetî jî vekirina derî ji bo hêzên herêmî û navneteweyî û got:
“Hin dewlet wek Tirkiye ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe ji van parçebûnan sûd werdigirin .
Bi van destwerdanan aloziya Sûriyê veguherandiye qadeke pevçûna berjewendiyên navneteweyî.”
“Çareserî di pêkanîna pergaleke nenavendîbûnê de ye”
El Elî anî ziman ku windakirina ewlehiya civakî û qelsbûna desthilata navendî ya li Sûriyê ji ber nebûna pergaleke îdarî ya dadperwer e û wiha domand:
“Çareserî di pêkanîna pergaleke nenavendîbûnê de ye.
Ku dihêle hemû pêkhate karûbarên xwe di çarçoveya dewleteke yekane de bi rê ve bibin.”
El Elî banga belavkirina hişmendiya rastîn a têgeha nenavendîbûnê kir û got ew rêya herî baş a ber bi avakirina dewleta Sûriyê ya ewle ye.
” Veguherîna demokratîk bingeha daxwazên gelê Sûriyê ye”
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê, Iyad El Xetîb jî diyar kir ku veguherîna demokratîk bingeha daxwazên gelê Sûriyê ye.
El Xetîb desnîşan kir ku pêdiviya qonaxa niha bi veguherîneke rastîn a ji sîstema navendî , ber bi sîstemeke demokratîk a nenavendî ve heye û wiha axivî:
“Sîstema navendî dihêle deshilatdarî di destê komeke teng de be.
Ev yek dibe sedema kêmbûna rola gel û veguherîna Sûriyê bo sîstemeke nîvmîratî.”
“Divê Sûriya siberojê dewletek demokratîk”
Iyad El Xetîb di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman:
“Divê Sûriya siberojê dewletek demokratîk û nenavendî be.
Ku bikaribe cihê xwe di nav dewletên herêmê de dûr serweriya derve vegerîne.”



