Li Helebê beriya 3’ê mehan 3 welatiyên birayên hev ji Kobanê ji aliyê çeteyên dewlet Tirk a dagirker ve hatin revandin.
Niha ew çete di berdêla berdana her yek ji wan 10 hezar dolarên amerkî dixwaze.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku van çekdaran peywendî bi yek ji xizmên welatiyên revandî kiriye û ev fidye xwestiye.
Çavdêriyê da zanîn ku ev her 3’ê bira dema ku çûbûn pêşwaziya berdana yek ji xizmên wan li gel hikumeta veguhêz a Sûriyê, li bendekî kontrolê yê çeteyên El-Hemzat yê girêdayî dewleta Tirk a dagirker tên revandin.



