Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku kêmbûna piştgiriya darayî bandorê li pergala tenduristiyê ya Sûriyeyê dike û bi milyonan kes bê derman û xizmetên bijîşkî yên bingehîn dimînin û xetereya belavbûna nexweşiya kolerayê zêde dibe
Nûnera WHO`yê ya Sûriyeyê Kristina Bethke, di civîneke çapemeniyê ya li Cinêvê de axivî û got: “7.4 milyon kes zehmetiya xwegihandina dermanan û dermankirinê dikişînin.”
Kristina Bethke destnîşan kir ku tenê di du mehan de, kêmkirina fînansmanê bûye sedem ku 210 hezar îhaleyên bijîşkî û 122 hezar şêwirmendiyên tenduristiyê nehatine pêkanîn, 13 hezar û 700 zayîn bêyî alîkariya bijîşkî pêk hatine û 89 hezar kes ji şêwirmendiyên tenduristiya derûnî hatine dûrxistin û got: “Tenê ji sedî 58`ê nexweşxaneyan û ji sedî 23`yê navendên tenduristiyê dixebitin.”
Kristina Bethke da zanîn ku nêzî 3 milyon kes li deverên ku derman, personel û binesazî lê kêm in dijîn, ev yek jî pergala tenduristiyê ya qels dixe bin barekî giran.



