Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê baxçeyekî zeytûnan desteser kirin.
Rêxistina mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku çeteyan nehiştin welatiyê bi navê Ebd El-Celîl yê ji gundê Neyrebiyê a girêdayê Şehbayê zeytûnê xwe biçîne.
Her wiha rêxistinê da zanîn ku çeteyan 200 darên zeytûnan yên welatiyê navborî birîn û xwediyê erd qewtand.



