Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li girtîgeha Edirneyê serdana Selahedîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kir.
Piştî hevdîtinê Tulay li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan û nameya Demîrtaş parve kir.
Demîrtaş dibêje divê komîsyon biçe Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
Selahedîn Demîrtaş
Tulay diyar kir doza Kobanê ya komplo di dîroka Tirkiyê de weke deqeke reş hebûna xwe didomîne û got,
“Divê hemû siyasetmedarên ji doza Kobanê tavilê bên berdan”
“Hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî piraniya wan 10 sal in di girtîgehê de ne. Divê bîryarên DMME’yê ku tekez buye pêk were, Selahedîn Demîrtaş, Fîgeh Yuksekdag û hemû hevalên me yên ji Doza Kobanê hatine girtin tavilê bên berdan.”
Demîrtaş: Divê komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Selahedîn Demîrtaş jî di nameya xwe de ku Tulay Hatimogullari parve kir dibêje,
“Em li bendê ku komîsyona li meclisê bîryareke wêrek bigire û di demeke herî kurt de hevdîtinê bi Birêz Abdullah Ocalan re bike. Ya ku heta niha nehatiye ceribandin divê bê ceribandin. Hewce bike divê parlementer xeteriyan jî li ber çavan bigirin ji bo aştiyê biçin Îmraliyê.



