Rojnamevan Hêmin Mamend ku demek beriya niha bû armanca êrişeke çekdarî û birîndar bû got, “PDK’ê ji bo kuştina wî komeke ji 10 kes şand Silêmaniyê.”
Rojnamevan Hêmin Mamend li ber Dadgeha Silêmaniyê têkildarî hewldana kuştina xwe a beriya du mehan pêkhat, ji çapemeniyê re axivî.
Hêmin Mamend da diyarkirin ku PDK’ê rojnamevan Serdeşt Osman jî kuşt û got:
“PDK’ê ez ji cihê bav û bapîrên min derxistim. PDK’ê komek 10 kesî şandibû Silêmaniyê û hewl dan min bikujin.”
Mamend eşkere kir ku di nava wê koma 10 kesî de çar kesên sereke hene ku sê ji wan endamên hêza Zêrevanîne û parêzvanên rêveberekî PDK’ê ne.
Mamend ji rojnamevanan, civaka navnetewî, Rêxistina Mafên Mirov, hikûmeta Iraqê, dadgehên navdewletî daxwaz kir ku çavên xwe ji vê dosyê re negirin.



