Li Şamê bêrêzî li hemberî dêrekê hat kirin û li ser dîwarên wê gotinên nefretê hatin nivisandin. Li hemberî vê bêrêziyê nerazîbûn hat nîşandan.
Li ser dîwarên derve û hundir ên dêra St. Cyril a li taxa Qasaa ya Şamê gotinên mezhebperest ên nefretê û gefên li xiristiyanan hatin nîvisandin.
Nûçegihanê me diyar kir ku vê bûyerê berbanga îro rû daye. Ji dîmenên kamerayên çavdêriyê diyar dibe kesek xwe ji sûrên dêrê çenk dike û derbasî dêrê dibe û nivîsan li ser dîwaran dinîvisine û bi keviran peykerekî dêrê dişikîne.
Xiristiyanan li hemberî vê bûyerê nerazîbûn nîşan da û bang li aliyên têkildar kir ku hesab ji kesê ku ev kiryar kiriye, bixwazin. Şêniyan da zanîn ku ev nêzîkatî aştiya navxweyî û jiyana hevbeş dike armanc.
Hêjayî gotinê ye ku Dêra St. Cyril di sala 1930’an de hatiye avakirin. Ji sala 1950’an vir ve, ji hêla keşîşên Rêza Salvatoryan ve xizmet lê tê kirin.



