Artêşa Amerîkayê li Karayîban êrîşî keştiyekî kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Wezîrê şer hişyarî da heya ku kartêlên narkotîkê nesekinin wê êrîş li ser keştiyan dewam bike.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku li Karayîban êrîşî keştiyekê kirine di encamê de 3 kes hatine kuştin.
Hegseth diyar kir ku di êrîşê de, ku bi fermana Donald Trump hatiye kirin, 3 kesên di keştiyê de hatine kuştin.
Pete Hegseth îdia kir, keştiya ku hedef hatiye girtin, girêdayî komekî bû ku Amerîka wê komê wekî rêxistineke terorîst dibîne.
Hegseth teqez kir, êrîşên li ser keştiyan wê bidome heyanî ku ew nema berê xwe bidin amerîkayê.
Wezîrê şer yê Amerîka Pete Hegseth bang li bazirganên narkotîkê kir û got:
“Ger hûn dixwazin bijîn, bazirganiya narkotîkê biqedînin.”
Her wiha Trump, ferman da ku artêş ji bo têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê yên Amerîkaya Latîn zêdetir werin bikaranîn.


