Êrişên artêşa Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê dewam dike.
Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê diyar kir ku êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê binpêkirina biryara 17-01’an e.
UNIFIL diyar kir ku ew bi artêşa Lubnanê re “ji bo vegerandina îstîqrarê” li qadê dixebite.
Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê-UNIFIL, têkîdarî êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê daxuyaniyek da.
UNFÎL dibêje êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser herêmên Libnana Başûr “binpêkirineke eşkere” ya Biryarnameya 17-01’an a Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.
Her wiha got êrişên Îsraîlê pêşveçûna ber bi çareseriya siyasî û dîplomatîk ve asteng dike.
UNIFIL diyar kir ku êrîşên Îsraîlê di dema ku Hêzên Çekdar ên Libnanê li başûrê Çemê Lîtanî operasyonên ji bo girtina çek û binesaziya bêdestûr dimeşînin de pêk hatine û got:
“Bi taybetî her çalakiya leşkerî ya di asteke wisa wêranker de ewlehiya sivîlan dixe xeteriyê.”
Îsraîl, piştî ku îdia kir ku saziyên leşkerî yên Hizbullahê dike armanc û hişyariya valakirina ji niştecihên herêmê re belav kir, êrîşên hewayî li ser Sûr, Taybe û Ayta el-Cebel pêk anîn.
Îsraîl paşê ji bo du herêmên din jî hişyariya valakirinê belav kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser bajarokê Sûr ê Libnana Başûr de kesek mir û 8 kes jî birîndar bûne.
UNIFIL, piştgiriya xwe ya ji bo pêkanîna Biryarnameya 17-01’an a ku bêçekkirina Libnana Başûr û bicihkirina nêzîkî 15 hezar leşkeran li başûr pêşbînî dike, ji bo hem Libnan û hem jî Îsraîlê berdewam kir.
UNIFIL diyar kir ku ew bi artêşa Libnanê re “ji bo vegerandina îstîqrarê” li qadê dixebite.
Hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku “bi lez û bez dawî li van êrîşan û hemû binpêkirinên Biryarnameya 17-01’an bîne.”
Herwiha, aliyên Libnanî bal kişand ku divê her du alî “ji bo neqelandina pêşveçûna bi zehmetî bi dest xistî” li gorî biryarnameya Neteweyên Yekbûyî û peymana agirbestê ya ku salek berê hate çêkirin tevbigerin.
Artêşa Îsraîlê rêze êrişên hewayî li başûrê Lubnanê didomîne
Her wiha artêşa Îsraîlê rêze êrîşên hewayî yên hevdem li başûrê Lubnanê pêk tînin.
Ev, piştî ku Hizbullah tiştê ku wekî “xefikên muzakereyê” bi nav dike red kir û soza xwe ya “berxwedanê” dubare kir, pêk hat.
Serokê Libnanê Joseph Awn diyar kir ku vebijarka muzakereyê “terciheke neteweyî ya Libnanî ya berfireh” e.
Serokê Meclîsê Nebih Berri jî diyar kir ku ew ê li dijî berfirehkirina komîteya agirbestê ya ji bo muzakereyên nerasterast bi Îsraîlê re nebe.
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê bajarokên Tayr Dibba, Taybeh, Ayta el-Cebel, Zawtar el-Şarkiye û Kifardunin kirin armanc.
Ev, heman herêm in ku berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee berê di platformên fermî de ragihandibû ku ew ê bên armanckirin.
Her wekî Adraee niştecihan “ji bo valakirina avahiyên bi sor di nexşeyên pêvek de nîşankirî” bang kiribû.



