Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Tirkiye di salên dawî de li hember Îsraîl û Siyonîzmê siyaseteke dijminane dimeşîne.
Di hevpeyvînekê de, Netanyahu behsa pêvajoya agirbestê li Xezayê û berdana girtiyên Îsraîlî jî kir.
Netanyahu diyar kir ku pêşîniya Îsraîlê vegera girtiyan e û got divê Hamas çekan radest bike û bi tevahî ji rêveberiya herêmê were derxistin.
Derbarê Hêza Aştiyê ya ku tê plankirin li Xezayê were bicihkirin de jî, Netanyahu teqez kir ku ev hêz divê tenê ji welatên ku ji hêla Îsraîlê ve têne qebûlkirin pêk were.
Her wiha Netanyahu dest nîşan kir, Enqere di demên dawî de helwestek dijî Îsraîlê girtiye û got:
“Tirkiye di salên dawî de li hember Îsraîl û Siyonîzmê pir dijminane tevdigere û em destur nadin ku Turkye di hêza aştiyê li Xezayê de cih bigire.”
Netanyahu behsa rola Qeterê di pêvajoya pevguhertina girtiyan de jî kir û spasiya hikûmeta Dohayê kir.



