Donald Trump îmzekirina peymaneke bazirganî û aborî di navbera Amerîka û Ozbekistanê de ragihand.
Her wiha Qazakistan û Amerîka pabendbûna hevkariya têgihîştinê ya di warê madenên krîtîk de îmze kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îmzekirina peymaneke bazirganî û aborî di navbera Amerîka û Ozbekistanê de ragihand.
Trump derbarê peymanê de li ser medyaya civakî agahî parve kir û bîr xist ku Amerîka û Ozbekistanê peymaneke bazirganî û aborî îmze kirine.
Donald Trump diyar kir ku Ozbekistan dê di sê salên pêş de bi qasî 35 milyar dolar amûr û alavên Amerîkî bikire.
Ji wan madenên girîng, hewavanî, parçeyên otomobîlan, binesazî, çandinî, enerjî û kîmyewî, teknolojiya agahdariyê û sektorên din ên sereke yên Amerîkî ye.
Ev hejmar dê di 10 salên pêş de ji 100 milyar dolarî derbas bibe.
Trump spasiya Serokê Ozbekistanê Shavkat Mirziyoyev kir û hêviya xwe ji bo têkiliyek dirêj û berhemdar di navbera her du welatan de anî ziman.
Qazaxistan û DYA li ser madenên hesas hevkariyê kirin
Her wiha serokê Qazakistanê Qassem Komert Tokayev ji bo beşdarbûna Civîna Bilind a Asyaya Navîn û Amerîkayê ku ji aliyê Trump ve hatiye lidarxistin, çû Washingtonê.
Bi serdana Serokê Kazakistanê ji bo Amerîka, şirovekaran diyar kirin ku, ew serdan dikare bibe amûre ji bo vekirina riya bazirganiya madenên hesas di nav bera herdû welatan de.
Di heman demê de hat ragihandin ku di navbera Qazakistan û Amerîkayê de peymanek li ser hevkariya bazirganiyê madenên hesas de hatiye îmzekirin.
Berî civînê, Tokayev bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û gelek rayedarên din ên Amerîkî re civiya.
Tokayev diyar kir ku Kazakistan û Amerîka xwedî derfetên girîng in ku bi hevkariya aborî û hevkariya xwe ya stratejîk xurt bikin.
Serokê Kazakistanê amadebûna xwe ji bo diyaloga avaker ji bo kûrkirina hevkariya piralî anî ziman.
Piştî civînan, Qazakistan û DYA’yê bi amadebûna Serok Tokayev pabendbûna hevkariya têgihîştinê li ser hevkariya di warê madenên krîtîk de îmze kirin.



