Bagera Kalmaegi ku li Fîlîpînan bû sedema mirina herî kêm 188 kesan, şeva Pêncşemê gihişt Vîetnamê.
Rayedarên Vîetnamê îro daxuyanî dan û diyar kir in ku bager li welêt bû sedema mirina herî kêm 5 kesan.
Li Vîetnamê qadên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO jî di nav de, gelek herêm di bin avê de man bi dehan mal zirar dîtin yan jî bi temamî hilweşiyan.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê zêdeyî 7 hezar kes tehliyeyî qadên bi ewle hatine kirin.
Li Vîetnamê beriya bagera Kalmaegi, karesatên xwezayî îsal bû sedema windabûn yan jî mirina 279 kesan û li gorî ofîsa îstatîstîka neteweyî ya welêt zêdeyî 2 milyon dolar zirar çêbû.
Hişyarî hate dayîn ku di rojên pêş de jî wê baranên tund dewam bikin.
Li Fîlîpînan herî kêm 188 kes mirin
Her wiha bagera Kalmaegi beriya Vîetnamê di rojên dawî de li navenda Fîlîpînan, bi taybetî li eyaleta Cebu ya xwedî nifûsa zêde bû sedema lehiyên tund.
Li seranserî welêt herî kêm 188 kesan jiyana xwe ji dest dan, 135 kes jî hîna winda ne.
Bi nêzîkbûna tofaneke din re, Serokkomarê welêt Marcos rewşa awarte ya neteweyî ragihand.



