Hêzên Piştgiriya Bilez ragihandin ku wan agirbesta mirovî ya ku ji hêla çar alî ya ku ji Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û Amerîkayê pêk tê, li Sûdanê hatiye pêşniyar kirin, qebûl kirine.
“Li gorî hêviyên gelê Sûdanê, Hêzên Piştgiriya Bilez agirbesta mirovî ya ku ji hêla Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û Amerîkayê ve hatiye pêşniyar kirin, piştrast dike.”
Berdevk diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Bilez li bendê ye ku “di cih de dest bi nîqaşan li ser rêziknameyên rawestandina dijminatiyê bike.”
Çend demjimêran berî daxuyaniya Hêzên Piştgiriya Bilez, Serfermandarê Giştî Ebdulfetah Burhan got artêş “di demek nêzîk de wê êrîşa li dijî Sûdanê rawestîne… û gel dê bi ser bikeve.”
Burhan behsa Hêzên Piştgiriya Bilez kir, ku ji Nîsana 2023’yan vir ve li dijî artêşê şer dike û got:
“Em bi biryar in ku vî dijminî têk bibin û dewletê heta dawiyê ewle bikin.”
Em bi tevahî piştrast in ku artêş dê neyê têkbirin û ji hev belav nebe.
Em ê tola hemû kesên ku li El-Feşîr û li her deverê ku ji aliyê çekdaran ve êrîş lê hatiye kirin, hilînin.”



