Kazaxistan ragihand ku dê tev li Peymanên Ibrahîmî bibe.
Trump dibêje gelek welatên din jî hewl didin tev lî peymanan bibin.
Hikumeta Kazaxistanê diyar kir ku tevlêbûna wan ya Peymanên Îbrahîm domandineke xwezayî û mentiqî ya siyaseta derve ya Kazaxistanê ye.
Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê li ser mijarê wiha nivîsand.
“Ev gaveke mezin a ber bi avakirina piran li çar aliyên cîhanê ye.”
Trump eşkere kir ku wê di demeke nêz de îmzekirina vê peymanê were ragihandin.
Serokê DYA Donald Trump diyar kir ku gelek welatên din jî hewl didin tev lê vê peymanê bibin.
Trump ku dê 10’ê Mijdarê bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtinê bike, zextê li Sûriyê dike ku ew jî tev li peymanê bibe.
Di sala 2020’an de, Îmarat, Behreyn, Fas û Sûdan û çend welatên din ên Ereban Peymanên Îbrahîm îmze kiribûn.
Siûdî destnîşan dike ku heya gav ber bi avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe ve neyê avêtin, ew tu peymanan bi Îsraîlê re îmze nake.



