Serokê Fransayê Macron xwest ku Sûriyê tev li Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ’ê bibe.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri xwest ku tev li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bibe.
Macron got ku hevkariya Ewlekariyê di navbera Parîs û Şamê de, ji bo parastina fransiyan, girîng e.
Macron diyar kir ku ew yek ji welatên destpêkê ye ku biryara hevkariya bi Rêveberiya Sûriyê ya Veguhêz re, şerê li dij terorê û vegerandina koçberan, daye.
Berî niha Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack got ku ew texmîn dike di serdana El-Şeri ya bo Amerîkayê, tevlîbûna nava Koalîsyona Navnetweyî were îmzekirin.
Berî niha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Melzûm Ebdî gotibû ku dibe koordîneyeke sêalî di navbera QSD’ê, Şam û Amerîkayê de di warê şerê li dijî DAIŞ’ê li ser asta Sûriyê ava bibe.



