Pêkhateyên bajarên Tirbespiyê ên Kurd, Ereb û Suryan, di şahiyekê de ku ji hêla Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya Demokratîk ve hat lidarxizstin, piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nîşan dan.
Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya Demokratîk ji bo piştgiriya QSD`ê şahiyek li li Qada Azadî li bakurê bajarê Tirbespiyê li dar xist. Bi sedan kes ji hemû pêkhateyên bajarê tev li şahiyê bûn.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Seyid Bêcirmanî axivî û diyar kir ku QSD ji hêla kur û keçên ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye damezrandin.
Bêcirmanî diyar kir ku wan berpirsiyariya parastina ewlehiyê û aramiyê girtiye ser xwe û wiha dewam kir “Îro em bi saya fedekariyên şehîdên xwe û piştgiriya gelê xwe hêzek in. Çawa ku hêzên me gel û yekîtîya welat parastin, em soz didin ku em ê ji bo avakirina siberojeke geş ji bo hemû gelê Sûriyeyê, û avakirina pergalek nenavendî û demokratîk ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, têkoşîna xwe bidomînin.”
Şahî bi stranan dewam kir. Hunermend Baran û hunermend Sumeya stran pêşkêş kirin.
Şahî bi stranên hunermend Botan Danîş û hunermend Tariq û gerandina dîlanê bi dawî bû.



