Sunday 2026/06/07
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Mitînga mezin a Kolnê bi dawî bû; Azadiya Rêber Apo mifteya aştiyê ye

November 8, 2025
in KURDISTAN
A A
Mitînga mezin a Kolnê bi dawî bû; Azadiya Rêber Apo mifteya aştiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Gelê Kurd û dostên wan, di mitînga mezin a Kolnê de bangên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk dubare kirin. Mitîng bi teqezkirina, “Azadiya Rêber Apo mifteya aştiyê ye” bi dawî bû.

Mitînga ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî” hat lidarxistin, bi axaftinan dewam kir. Piştî ku peyama Rêber Apo bi Kurdî, Tirkî û Elmanî hate xwendin, li qadê çepik û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bilind bû.

Piştî peyamê, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad axivî.

Zeyneb Murad li ser navê KNK’ê meşvanên azadiyê, gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û Rêber Apo silav kir û diyar kir ku gelê Kurd bi salan in ji bo azadiya Rêber Apo û nasnameya xwe têdikoşe. Zeyneb Murad got ku bi têkoşîna gelê Kurd re pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û wiha got, “Gelê Kurd bi hemû hêza xwe, sazî û siyaseta xwe re, di nava pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de ye. Rêber Apo ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê pêvajoyeke mezin daye destpêkirin. Gelê me û Rêbertiyê me, îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye.”

‘Em bang lı hemû gelan dıkın ku jı bo azadıya Rêber Apo têbıkoşın’

Li ser navê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Ercan Aktaş axivî. Aktaş diyar kir ku şerê ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê kirin, xwezayê qetil dike û civakan dike dijminê hev û got ku divê li dijî vê têkoşîneke hevpar bê kirin.

Aktaş bilêv kir ku Rêber Apo bi pêvajoya ku di 27’ê Sibatê de da destpêkirin re, hemû hesabên qirêj û veşartî serûbin kir û ji bo aştiyê zemîneke nû afirand û wiha got, “Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya kesek e. Ev azadî ji bo ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû, demokrasî û hiqûqa xwişk-biratiyê bi cih bibe, şert e. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.”

‘Azadıya Rêber Apo azadıya gel e’

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya Rêber Apo li her qada ku lê heye, têkoşîneke bi biryar û bênavber dimeşîne. Bayindir got ku ev têkoşîna gelê Kurd di dîroka berxwedana cîhanê de cih girtiye û wiha got: “Sedema civîna me ya îro li qadan, azadiya Rêber Apo ye. Gelê Kurd li hemû qadên ku lê ye, ji bo azadiya Rêber Apo bi biryar û bêyî ku dev jê berde, têkoşîn meşandiye. Hûn çawa şoreş û têkoşîna li Kurdistanê dişopînin, zanibin ku çavê Kurdistanê jî li têkoşîna gelê me ya li Ewropayê ye. Gelê me yê li Ewropayê bi salan e bi berdêlên mezin û kedeke zêde vê têkoşînê didomîne. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo êdî li çar aliyê cîhanê deng vedaye.”

Bayindir anî ziman ku sala 2025’an dê ji bo gelê Kurd bibe saleke diyarker û got: “Em dibêjin, bila ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Bila bibe saleke ku gelê Kurd statuya xwe bi dest bixe. Îro siyaseta cîhanê siyaseta gelê Kurd dişopîne. Rêber Apo êdî bûye rêberekî ku hemû cîhan bi meraq dişopîne û mînak digire. Felsefeya ku ji bo jiyana hevpar pêşkêş kiriye, xwedî naveroka manîfestoyek e ku ji aliyê cîhanê ve bi baldarî tê lêkolînkirin û parastin.”

Bayindir bal kişand ser mînakên dîrokî jî û wiha domand: “Ji Mûsa heta gelek peyamberan rêber hebûne ku gelê xwe ji zilmê rizgar kirine. Îro li Qamişlo, Amed, Ewropa, Mako, Silêmaniyê gelê me li dora Rêber Apo azadiya xwe diqîre. Gelê me îro li qadan bi rêbertiya xwe re bûye yek. Lewra azadiya Rêber Apo, azadiya gel e; azadiya biratî, azadiya jiyana bi hev re ye. Li cîhanê mînakên pêkanînên li dijî gelê Kurd tune ne. Ger gelê Kurd îro gihîştiye vir, ev yek bi tevahî bi têkoşîna xwe bi dest xistiye. Bêyî ku alîkariyê ji ti hêzeke derve, dewletê bigire, bi têkoşîna li dijî hemû dagirkeran gihîştiye îro.”

Bayindir her wiha destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de jî, têkoşîna gel dê diyarker be û got: “Ev prose, pêvajoyeke ku em ê ava bikin e. Azadiya Rêber Apo û gelê me jî dê bi têkoşîna me bê misogerkirin.”

Piştî Bayindir, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Die Linke Cansu Ozdemir û Parlamenterê Kolnê Lea Reisner derketin ser dikê û axaftin kirin.

Paşê, li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk Semra Uzun axivî, diyar kir ku ew di nava têkiliyên hevgirtinê de ne bi têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadî û azadiya rêbertiya xwe dimeşîne û got ku ji bo serkeftina proseya “Civaka Demokratîk û Aştî” ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Piştî axaftinan, hunermendên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn derketin ser dikê, stranên ji bo Rêber Apo hatine çêkirin gotin û ji bo aştiyê bernameyeke muzîkê pêşkêş kirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” yên Kurdistanîyan bi dawî bû.

Previous Post

Ji bo derçûna 316 xwendekarên Zanîngeha Kobanê şahiyek hat lidarxistin

Next Post

JIN AKTÛEL-Bêrîtan Xalid-Rûken Akça-8-11-2025

Weşana girêdayî

Bafil Talebanî bi boneya salvegera damezirandina YNK peyamek da
KURDISTAN

BafilTalebanî: Kes hikûmeta berê ya herêma Kurdistanê naxwaze

Ayşegul Dogan: Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe
KURDISTAN

Ayşegul Dogan: Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe

Rêber Apo: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e
KURDISTAN

Rêber Apo: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye