Wezîrê Derve yê Îtalyayê, destnîşan kir ku hin dewlet hene aştiyê asteng dikin û şandina çekan ji bo Lîbyayê didoîmin.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Luigi Di Maio, piştî serdana serokê Hikûmeta Wîfaqê, Fayîz El-Serac, serdana bajarê Bengaziyê jî kir û bi serkêşê Arêtşa Niştimanî, Xelîfe Hefter re rûnişt.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê, destnîşan kir ku hin dewlet hene aştiyê asteng dikin û şandina çekan ji bo Lîbyayê didoîmin
Luigi Di Maio, diyar kir ku metirsiyek terorê li Lîbyayê heye û got, destwerdana welatên rojavayî di sala 2011’an li Lîbyayê şaştiyek mezin bû û heya niha fatûreya wê tê danîn.
ŞERÊ LI LÎBYAYÊ
CEZAYÎR Û YÛNANISTAN DESTWERDANA DERVE LI LÎBYAYÊ RED DIKIN
Îro jî Ji bo nîqaşkirina rewşa Lîbyayê, Wezîrê Karê Derve yê Cezayîrê, Sebrî Bûqidûm, berê xwe da Yûnanistanê û bi mepîşeyê xwe Nîkûs Dendiyas re rûnişt.
Her du aliyan jî destwerdana derve li Lîbyayê red kirin.
ŞERÊ LI LÎBYAYÊ
ALMANYA: EWROPA DIKARE ŞANDINA ÇEKAN ASTENG BIKE
Li aliyek din jî, Wezareta Derve ya Almanyayê, got ku ji bo astengkirina şandina çekan bo Lîbyayê, Ewropa dikare çavdêriyeke asîmanî pêk bîne.