Li bajarên Tertûs, Laziqiye û Helebê di çend rojên dawîn de 3 zarokên keç winda bûne û malbatên wan jî bang kirin ku di zûtirîn dem de werin dîtin.
Malbata Aya Îsa ya 17 salî ragihand ku keça wan Aya ji roja pênçemê 7 Mijdar 2025’an ve winda bûye.
Malbatê da zanîn ku Aya piştî ji malê ber bi dibistanê ve çû winda bû, lê rêveberiya dibistanê aşkare kir ku Aya di wê rojê de nehat dibistanê.
Çavkaniyan diyar kir ku dayika Ayayê bi rêya dîmenekê ku weşandiye gotiye, heya keça wê venegere ew ê di girava birçîbûnê de be.
Li Helebê jî hatibû ragihandin ku zaroka bi navê Rama Sermînî ya 15 salî jî ji 7’ê Mijdarê ve wihda bûbû.
Piştre di nivîsên ku hatine parvekirin hate gotin, ku bi silametî vegeriya malê, lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.
Malbata jina ciwan Nexem Fadî Hemade ya ji gundê Eyn Şeqayîq ê Ceblê jî revandina keça xwe ragihand.
Dayika Nexemê di dîmenekê banga alîkariyê kir.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di Tîrmeha borî de ragihand ku li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê bi kêmanî 36 jin û zarokên keç hatine revandin û diyar kir ku piraniya van bûyeran bi roj çêbûne.



