YRA’yê lidarxistina Konferansa 4’emîn a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) pîroz kir ku û got, pênûsa jinan li hemberî siyasetên biçûkistina û cudekariyê çeka bêhempa ye.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi peyamekê Konferansa 4’emîn a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) pîroz kir ku duh li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin.
Di peymanê de lidarxistina konferans hat pîrozkirin û hate gotin “Konferansa we di rêwîtiya ragihandina azad de qonaxek dîrokî ye. Konferansê di kesayeta Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Egîd Roj, Gulistan Tara û Hêro Behadîn de giyana hemû şehîdên ragihandina azad ên ku bi têkoşîna xwe rêya rastiyê ronî kirine bi bîr anîn. Di heman demê de diyar kir ku têkoşîna wan dê di rêya ragihandina gotina azad ji nifşên bê re bibe îlham.
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû zehmetî û mercên giran, ispat kirin ku pênûsa jinê li hemberî siyasetên dûrxistin û cudakariyê çekek bê hempa ye. Ew dengê heqîqetê ne ku rastiya şoreşê radighînin.
Em weke Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji têkoşîna we îlham digirin û soz didin we ku em ê vê rêyê bi israr û bawerî dewam bikin. Em ê bi hev re ragihandinek azad û demokratîk ku dengê jinê û civakê be ava bikin. Li ser wê bingehê jî em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî û perwerdeyî ji bo xwegihandina heqîqetê berdewam bikin.”



