Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Konferansa 4’emîn a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) pîroz kir û piştgiriya xwe ji bo rola pêşeng a jinan di warê ragihandinê de anî ziman.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyamekê Konferansa 4’emîn a Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ku duh (8 Mijdar 2025) li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin pîroz kir.
Peyama Daîreya Ragihandinê bi vî rengî ye: “Em hevalên xwe yên YRJ`ê bi boneya lidarxistina Konferansa wan a 4’emîn bi germî pîroz dikin.
Konferans di encamek têkoşîn û fedakariyê de pêk hat û rola pêşeng a jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de nîşan dide.
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya şoreşê dikin, ala azadî û wekheviyê hilgirtin û bi awayekî çalak tev li gelek aliyên jiyana siyasî, civakî û çandî bûn.
Bi taybetî di warê ragihandinê de, rojnamevanên jin diyar kirin ku dikarin bibin dengê heqîqet û rûmetê, bibin dengê jinên ku ji bo azadiyê tê dikoşin û rastiya civakê bi rasteqînî û wêrekî ragihînin. ”
Di peymanê de rojnamevanên jin ên ku jiyana xwe ji bo ragihandina heqîqetê feda kirine hatin bibîranîn û hate gotin, fedakariyên wan dê bibin çirayek ku rêya her rojnamevanek jin a azad, ronî dike.
Daîreya Ragihandinê di dewama peyamê de piştgiriya xwe ji bo xurtkirina jinan di saziyên ragihandinê û di hemû warên jiyana giştî de anî ziman û da zanîn ku ev yek dê bibe stûnek bingehîn ji bo avakirina Sûriyeya siberojê, Sûriyeyeke demokratîk, piralî ya li ser bingeha wekheviya tevahî pêkhateyan.
Di dawiya peymanê de wihe hate gotin: “Em hêvî dikin ku ev konferans dê bibe qonaxek nû di xurtkirina têkoşîna rojnamevanên jin û pêşxistina rola wan a pêşeng di xizmeta rastî û civakê de.”



