Sûc û kiryarên rejîma Îranê li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de hêzên Îranê jîngehparêz Mihemed Elî binçav kir.
Çalakvanên mafê mirovan diyar kirin ku jîngehparêz Mihemed Elî Weysî yê xelkê Saqiz ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.
Jîngehparêz Mihemed Elî Weysî bi navê “Rojhilat” tê nasîn, hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.
Li gorî çavkaniyan Mihemed temenê wî 30 salî ye û yek ji çalakvanê jîngehê yê Kurd e.
Hate ragihandin ku heta niha sedemê binçavkirina wî nehatiye diyarkirin û zanîn.
Li gel wê ti agahiyek li ser çarenûsa wî jî nayê zanîn.
Mihemed Elî Weysî berî niha ji ber çalakiyên xwe hatiye binçavkirin û lêkolîn derbarê wî hatiye kirin.



