Dema dengdana taybet ya parlementoya Iraqê bi dawî bû.
ji hêzên ewlekariyê û koçberan milyonek û 340 hezar û 517 kesan tevlî dengdanê bûn.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî diyar kir ku ew ê hilbijartinê ji her binpêkirin û pîvaneke ne destûrî biparêzin.
Dema dengdana taybet ya Parlementoya Iraqê ya dema 6’an ku ji saet 07:00’ê sibê destpê kiribû bi dawî bû.
Tevahiya Iraqê û başûrê Kurdistanê ji hêzên ewlekariyê û koçberan milyonek û 340 hezar û 517 kesan tevlî dengdanê bûn.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê 1 milyon û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene.
Ji bo wan jî 809 navend û 4 hezar û 501 cih hatine veqetandin ku deng lê bê dayîn.
Li aliyê din li gel hêzên ewlekariyê jî koçber wê dengê xwe bidin.
Li gorî daneyên komîsyonê 26 hezar û 538 dengderên koçber jî hene. Ji bo wan jî 26 navend û 97 cih hatine amadekirin.
Saet 18:00’an dema dengdana taybet ya Parlementoya Iraqê bi dawî bû.
Dengdana hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê jî wê 11’ê Mijdarê pêk were.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li ser dendgana taybet peyamek da
Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser dendana taybet ya dema 6’an ya Hilbijartina Parlementoya Iraqê peyamek da.
Mihemed Şiya Sûdanî got:
“Erkê xwe yê welat em neçarin pêk bînin. Em neçarin ji bo hilbijartinê dem û cihên aram û ewle ava bikin.
Divê em hilbijartinê ji her binpêkirin û pîvaneke ne destûrî biparêzin.
Ew aramiya îro hate pêkanîn encama hişyarî, girêdanbûn û qûrbaniyên hatine dayîne. Vê jî hêzên me kiriye, mînakeke hêja ne.
Werin em li gorî baweriya gele me dayî bijîn, roja hilbijartinê bikin roja hişmendî û dilsoziya hêzên ewlekariyê yên welatê wan.
Vê hilbijartinê bikîn nimûneyeke baş ji bo girêdanbûn, hişyarî û parastina mafê welatiyan ji bo pêkanîna rûmeta destûra bingehîn.”
Gelek rêxistin wê hilbijartinên Iraqê bişopînin
Li aliyê din berdevka Çavdêriyê ya Rêxistina Şefafiyet ya Hibijartinê, Selma Fatîh derbarê çavdêriya hilbijartina parlamentoya Iraq ya li Başûrê Kurdistanê de, daxuyanî da.
Selma diyar kir ku wê rêxistina wan li Herêma Kurdistan û herêmên bi nakok bi destûra fermî ya ji Bexda û Herêmê wergirtine, çavdêriya dengdana taybet û giştî ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê bikin.
Selma Fatih diyar kir wê gelek rêxistinên din jî çavdêriya hilbijartinê bikin û da zanîn tîmek xwebexş ya ku ji 34 parêzeran pêk tê, ji bo pêvajoya hilbijartinê hatiye avakirin.
Selma di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê bi giştî ji rêxistina wan 230 kes li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Dihokê çavdêriya hilbijartinê bikin.
Selma da zanîn ku ji bo hilbijartina giştî jî wê hezar û 921 kes li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Dihokê çavdêriya hilbijartinê bikin.



