Îro salvegera 4’emîn a şehadeta Yusif Gulo û neviyên wî bûn.
Di merasima bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê hate dayîn.
Apê Yusif Gulo tevî du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed 9’ê Mijdara 2021’an li Taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûn.
Ji bo bîranîna wan merasîmek girseyî li parka Azadî ya bajarê Qamişlo pêk hat.
Şêniyên Qamişlo, endam û nûnerên ji Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî û şêx û rûspiyên herêmê beşdarî mersîmê bûn.
Li wir, kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin:
“Apê Yusiv ji bo welat û gelê xwe, her tişt da û ji bo me teva bû mînak.
Em ê mîrateya têkoşînê ya Apê Yûsif biparêzin.”
Piştre şêniyan serdana gorên her sê şehîdan a li Goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin û mûm vêxistin.



