Li bajarê Bonn ê Almanyayê Nûcan Gabar, Dijwar Nûrheq, Întîqam Qendîl û Brûsk Hejanoli bajarê Bonn ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Merasîm li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan û nûnerên Meclîsên Gel ên Bonn tevlî bûn amede bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê KOMAW’ê Şenge Kahraman axivî.
Bi navê Civaka Êzidî jî Şêx Omer li ser asta heyî ya têkoşîna gelê Kurd a di nava vê têkoşînê de axivî.
Bîranîn bi nîşandana belgesela li ser jiyan û têkoşîna şehîdan bi dawî bû.



