Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî Derayê de girt, gund dorpêç kir û dest bi lêgerînê kir.
Hêzeke Îsraîlê vê sibehê li gundê Meriya yê Hewza Yermûk yê gundewarê Derayê taxek dorpêç kir û operasyoneke kontrolkirina mal û kolanan da destpêkirin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê 2 erebeyên leşkerî yên Îsraîlê ji baregeha El Cezîrê ya derdora gund ku ji Kanûna 2024’an ve lê bi cih bûye, derket û ber bi gund ve bi rê ket.
SOHR’ê da zanîn ku her du erebe li kolanên gund geriyan, hemwextî wê dron li ser herêmê digeriyan.



