Li Iraqê piştî hilweşîna rejîma Sedam şeşemîn tora hilbijartinan wê di 11’ê mijdarê de werin li darxistin.
Beriya hilbijartinê lîderê olî yê Şîayan Muqteda el-Sedr, banga boykotkirina hilbijartinê kir û pêvajoya hilbijartinê bi gendeliyê tawanbar kir.
Şeşemîn hilbijartinên Iraqê ji dema hilweşîna rejîma Sedam ve wê di 11’ê Mijdarê de werin lidarxistin.
Zêdetirî 7 hezar namzed ji bo 329 kursiyan bikevine pêşbirkê.
Li Iraqê, bloka ku herî zêde kursiyan qezenc dike berpirsiyarê avakirina hikûmetê dikeve ser wê bilokê.
Şîa bi gelemperî piraniya kursiyên meclîsê bi dest dixin.
Encamên destpêkê yên hilbijartinê wê 24 saetên piştî bidawîbûna dengdanê werin ragihandin.
Beriya hilbijartinê Lîderê olî yê Şîayan Muqteda el-Sedr, banga boykotkirina hilbijartinê kir û pêvajoya hilbijartinê bi gendeliyê tawanbar kir.
Muqteda el-Sedr li seranserê Iraqê bi mîlyonan alîgirên xwe hene.
Di hilbijartinên parlemanî yên dawî yên 2021’an de, bloka Sadr bi 73 nûneran herî zêde kursî bi dest xist bû.
Lê piştî xwepêşandanên tund ên li dijî pêvajoya avakirina hikûmetê, piştî wê bi salekî ji parlemanê vekişiya.
Dema ku alîgirên Sadir avahiya parlemanê dagir kirin, çalakiyên xwepêşandanê veguherî tundiyê ku di encamê de bi hêzên ewlehiyê re pevçûnên xwînî çêbûn.
Ji wê demê ve, Muqteda el-Sedir ji parlementoya Iraqê vekişiyaye.
El-Sedr israr dike ku komên girêdayî Îranê bêçek bibe
Alîgirê Muqteda el-Sedr gotin:
“Em bi Seyîd re ne, çi bêje bila bêje, em ê li ser banga Sedir deng nedin.”
Alîgirên el-Sedr bawer dikin ku pêvajoya hilbijartinê wê heman hikûmetê ji nû ve vegerîne û wê tu xizmetguzariyê ji gel re neke.
Muqteda el-Sedr çend sedem ji bo boyqotkirina hilbijartinan daye, di nav wan de israra wî ya li ser bêçekirina komên girêdayî Îranê ye.
Di rojên dawî de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî di hevpeyvînek çapemeniyê de got ku Iraq pabend e ku hemû çekan bixe bin kontrola hikûmetê.
Sûdanî da zanîn ku plana hikûmetê ya bidawîkirina hebûna koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê heta Îlona 2026’an hîn jî di meriyetê de ye.
Bi vekişîna Sadr ji qada hilbijartinê, giraniya sereke ya bloka Şîa di van pêşbirkan de ber bi çarçoveya hevrêzkirinê ve çûye.
Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî got ku bêçekirina hin koman ne pêkane, heyanî herêm aramiyê bi dest nexe û rêya wê ji meylên olî û îdeolojîk ber bi nêzîkatiyên siyasî ve ne guhere, bê çekkirin ne gengaz e.



