Îran û Îsraîl ji bo şerekî muxtemel xwe amade dikin.
Pîspor hişyarî didin ku dibe di demek nêz de Îran û Îsraîl bikevin şer.
Elî Xameneyî dibêje dijminatiya Amerîkî bi koke û Washington tenê teslîmbûnê ser Îranê ferz dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump timî îdia dike ku artêşa Amerîkayê tesîsên nukleerî yên Îranê wêran kiriye.
Lê pispor û berpirsên herêmî hişyar dikin ku xeterî hîn jî heye.
Dibe ku di demeke kurt de pevçûna leşkerî di navbera Îran û Îsraîlê de ru bide.
Bidawîhatina peymana nukleerî ya 2015’an, ku asta dewlemendkirina uranyûmê ya Îranê sînordar dikir, rewş vegerandiye rewşa destpêkê.
Ambargoyên Amerîkî ji nû ve hatine sepandin û danûstandinên nukleerî rawestiyane.
Di vê navberê de, Tehran qebûl dike ku piraniya tesîsên wê hatine wêrankirin, lê Îsraîl îdîa dike ku Îranê depoya xwe ya uranyûma dewlemendkirî veguheztiye cihên veşartî.
Pispor dibêjin Îran çalakiyên xwe li cihekî bi navê Kuh Tabar didomîne, cihekî ku destûr nayê dayîn, mufetîşên navneteweyî bigihîjinê.
Li gorî vê, welat di navenda hevkêşeyek xeternak de ye, ne danûstandin, ne çavdêrî û ne jî zelalî li ser mezinahiya depoya wê ya nukleerî heye.
Vê hevkêşeyê fikarên li herêmê zêde kiriye ku Îsraîl dîsa dikare serî li vebijarka leşkerî bide.
“Tehran di rêze krîzên navneteweyî de asê maye
Her wiha rêveberê projeya Îranê li Grûpa Krîza Navneteweyî Elî Vaiz, got ku Tehran, di rêze krîzên navneteweyî” de asê maye.
Her wiha Vaiz diyar kir, Îran ji bo dewreyeke nû ya şer amadekariyan dike.
Elî Vaiz dest nîşan kir ku rayedarên Îranê şev û roj dixebitin ji bo hilberîna moşekan.
Vaiz got ku fermandarên Îranê plan dikin di dema şer de 2 hezar moşekan bi çarekî de bavêjin Îsraîlê.
Xameneyî: Washington tenê teslîmbûnê ser Îranê ferz dike
Li gel vê yekê Elî Xameneyî dibêje dijminatiya Amerîkî bi koke û Washington tenê teslîmbûnê ser Îranê ferz dike.
Ev gotin bi berfirehî wekî redkirina eşkere ya her danûstandinekê bi rêveberiya Trump re hatin şîrovekirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî dibêje Îran şert û mercên nepejirandî yên Amerîkayê red dike, lê heke êrîş rawestin, dorpêç werin rakirin û zirarên şerê 12 rojan werin dayîn, ew amade ne ku bi awayekî nerasterast danûstandinan bikin.
Du alî di qada siyasî ya Îranê de pêşbaziyê dikin, yek dixwaze peymanek ji bo kêmkirina zexta aborî çêbibe, ya din danûstandinên bi Trump re bê kêr dibîne.
Lêbelê, her du alî jî li hev dikin ku dewreyeke nû ya pevçûnê di rê deye.
Ji aliyekî din ve, Îsraîl dizane ku bernameya nukleerî ya Îranê zirar dîtiye, lê nehatiye hilweşandin, û her xemsariye dikare derfetê bide Tehranê ku ji nû ve ava bike.
Ji ber vê yekê, bi piştgiriya eşkere ya rêveberiya Trump, Tel Aviv vebijarka leşkerî li ser maseyê hiştiye.
Serokê Amerîkayê rûbirûbûna bi Tehranê re wekî beşek ji rûbirûbûna xwe ya bi gefa Îranê li Xezayê, Lubnanê û Yemenê dibîne.


