Tevî agirbestê jî li Şerîda Xezayê êriş hîna dewam dikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, 2 kes di êrîşa hewayî ya li ser bajarokê Benî Suheyla yê li rojhilatê Xan Yûnisê de hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê agirbestê binpê dike û agir bi heremênn rojhilatê Xan Yûnisê xistiye.
Piştî peymana agirbestê ya di navbera Hamas û Îsraîlê de di 10’ê Cotmehê de, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 242 kes hatine kuştin, 614 kes birîndar bûne û cenazeyên 522 kes jî hatine dîtin.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 69 hezar û 179 kes hatine kuştin û 170 hezar û 690 kes jî birîndar bûne.



