Ji 5’ê Mijdarê ve agahî ji Nêçîrvan Mistefa Îbrahîm ê ji Amûdê, nayê wergirtin.
Îbrahîm di nivîsgeha “Rêzan” a firotina erebeyan a li gundê Cewheriyê yê rojavayê bajarê Amûdê de kar dike. Nêçîrvan bi awayekî demkî li bajarê Hesekê li cem xezûrê xwe dima.
Li gorî agahiyên ku malbata wî dane; berbanga roja çarşemê (5 Mijdar) saet derdora 03:00’an ji mal derketiye û di heman rojê de saet 08.00’an bi peyamekê malbat agahdar kiriye ku kesên nenas ew şelandiye.
Malbatê destnîşan kir ku cihê herî dawî ku jê re hatiye destnîşankirin herêma El Suxna ya Humsê bû, piştre agahî bi temamî jê qut bûye.
Malbatê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî têkildarî bûyerê agahdar kirine.



