Şerê Rûsya û Ukraynayê bi her aliyê xwe ve dewam dike.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrey Sibiga dibêje li gorî agahiyên heyî, niha di nava artêşa Rûsî de herî kêm hezar û 436 hemwelatiyên 36 welatên Afrîkayê şer dikin.
Li gorî wezîr Sibiga, Rûsya bi rêbazên cihêreng hemwelatiyên Afrîkî dike leşker.
Li gorî Wezîrê Karên Derve, piraniya leşkerên kirêkirî zêdetirî mehekê najîn û got:
“Rûsya hewl dide mirovên ji gelek welatan kom bike.
Ukrayna agahiyên derbarê herêm û welatên ku artêşa Rûsî hemwelatiyên biyanî ji wan berhev dike wê berdewam bike.”
Îngilîstanê ji bo li dijî dronên Rûsî leşker û alavên piştgiriyê şand Belçîkayê
Ji aliyê din Serfermandarê Giştî yê Îngilîstanê Richard Knighton ragihand ku artêşa Belçîkayê di destpêka hefteyê de ji Îngilîstanê daxwaza alîkariyê kiriye.
Şeva Pêncşemê li nêzîkî paytexta Belçîkayê Brukselê balafirên bêmirov hatin dîtin û ji ber vê yekê Balafirgeha Brukselê demkî hate girtin.
Hate ragihandin ku drone li cihên din jî, di nav de baregeheke leşkerî, hatine dîtin.
Serfermandarê Giştî Knighton dibêje Îngilîstanê bersiva daxwaza Belçîkayê daye û piştgiriya leşkerî peyda kiriye, alav û personel derketine rê.
Welatên rojavayî, di nav de Îngilîstan, dibêjin ev drone ji Rûsyayê ne, lê Moskow îdiayên ku Ukrayna li dijî hevalbendên xwe binpêkirinên bi vî rengî dike red dike.
Lavrov dixwaze bi Rubio re bicive lê hin şertên wî hene
Li gel vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew amade ye bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re rûbirû bicive.
Lavrov got dema ku şerê li Ukraynayê tê gotûbêjkirin divê berjewendiyên Kremlînê jî bêne hesibandin.
Wezîrê Rûsî ev daxuyanî di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Rûsî RIA Novosti re kir.
Lavrov di hevpeyvînê de got:
“Divê mijara Ukraynayê bê gotûbêjkirin û rojeva dualî bê pêşvebirin.
Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û ez pêwîstiya pêwendiya birêkûpêk fêm dikin.
Ji bo gotûbêjkirina mijara Ukraynayê û pêşvebirina rojeva dualî ev girîng e.
Ji ber vê yekê em bi telefonê têkiliyê datînin û gava hewce be em amade ne ku rûbirû bicivin.”
Lavrov dibêje ku divê civînên ku di havînê de di navbera Putin û Trump de li Alaska dê bêne lidarxistin, bingeha muhtemel a peymanekê ya ji bo rawestandina êrişkariya li dijî Ukraynayê bimîne.
Lavrov got:
“Amerîkî paşê ji me re gotin ku ew dikarin garantî bidin Zelenskiy wê pêvajoya aştiyê asteng neke.
Eşkere ye ku di vê mijarê de hin zehmetî derketine holê.”
Di dema hevpeyvînê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê gelek caran serokên Ewropî rexne kir û got:
“Bruksel û London hewl didin Washingtonê qanih bikin ku dev ji niyeta çareserkirina krîzê bi rêyên siyasî û dîplomatîk berde û bi temamî balê bikişîne ser zexta leşkerî ya li ser Rûsyayê.”



