Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) îro nasnameya 5 gerilayên di sala 2024’an de şehîd bûne bi bîr anî. HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan li dijî teknîka herî hovane ya dewleta Tirk berxwedanek ji pola dan nîşandan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) 5 gerilayên fedayî yên di 30’yê Îlona 2024’an de di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bûyîn, bibîr anî.
HPG’ê derbarê kesayeta şehîd Laşer Gever, Arvîn Baz Amed, Arjîn Besra Varto, Delîla Amed û Adil Bilikî ên ku li herêma Metîna şehîd bûyîn ev yek anî ziman:
Hevrêyên me Laşer, Avrîn, Arjîn, Delîla û Adil ji bo bibin hêviya azadiya gelê me tevlî nava refên PKK’ê bûn.
Li çiyayên Kurdistanê xwe bi îdeolojiya Apoyî jinûve avakirin û bûn şoreşgerên profesyonel.
HPG’ê ragihand ku fedaiyên wan ji bo ji doza azadiya gel re pêşengî bikin, bi fedekariyek mezin tevlî bûn û bi hezkirinek mezin çûn ser peywirê.
Ruhê milîtanên Apoyî di kesayeta xwe de serwer kirin û bûn gerîlayên jêhatî û dilpak.
Li ser gerîlatiya modernîteya demokratîk lêhûrbûn, bi hewldan û dilsozî gihiştin asteke bilind.
Her 5 rêhevalan di salên têkoşînê yên zehmet de bêyî dudilî berpirsyarî hildan ser milên xwe û li dijî êrîşên dijmin li ber xwe dan.
Li dijî dewleta Tirk a ku dixwest îradeya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bişkîne û êrîşên qirker li ser gelê me pêk bîne, wan bi sekn û tevlîbûna xwe îradeya Apoyî ya serketinê îsbat kirin.
Di şert û mercên herî giran de jî wan li pêşiya tevlîbûna xwe tu astengî nasnekirin û serketin esas girtin. Wan bi tevlîbûna xwe û sekna xwe mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo me hiştin.
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê Kurd û Kurdistanê yên welatparêz re xwest. Her wiha soza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan dan û teqez kir ku ewê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya her 5 şehîdan wiha ye:
Emîrcan Oztunc bi nasnav Laşer Gever , ji Colemêrgê ji dayîd bûye, 30 Îlon 2024/ Metîna şehîd bûye.
EMÎRCAN OZTUNÇ
LAŞER GEVER
30 ÎLON 2024/ METÎNA
Zîlan Bayer bi nasnav Arvîn Baz Amed , li Kayseriyê ji dayîk bûye, 30 Îlon 2024/ Metîna şehîd bûye.
ZÎLAN BAYER
ARVÎN BAZ AMED
30 ÎLON 2024/ METÎNA
Hasîbe Karataş bi nasnav Arjîn Besra Varto , li Mûşê ji dayîk bûye, 30 Îlon 2024/ Metîna şehîd bûye.
HASÎBE KARATAŞ
ARJÎN BESRA VARTO
30 ÎLON 2024/ METÎNA
Zîndan Temîz bi nasnav Delîla Amed , li Çinara Amedê ji dayîk bûye, 30 Îlon 2024/ Metîna şehîd bûye.
ZÎNDAN TEMÎZ
DELÎLA AMED
30 ÎLON 2024/ METÎNA
Û Lokman Urun bi nasnav Adil Bilikî, li Şirnexê ji dayîk bûye, 30 Îlon 2024/ Metîna şehîd bûye.
LOKMAN URUN
ADIL BILIKÎ
30 ÎLON 2024/ METÎNA



