Piştî 12 salan ji derketina DAIŞ’ê, agahiyek belav bûye ku du hewldanên DAIŞ’ê yên Kuştina Ehmed El-Şeri hatine têkbirin.
Ajansa Reutersê dibêje ku Ehmed El-Şeri ji du hewldanên kuştinê rizgar bûye.
Reuters ku xwe dispêre 2 berpirsên Hikûmeta Veguhêz diyar dike ku Hikûmetê 2 hewldanên DAIŞ’ê yên kuştina Serokê Hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri têk birin.
Reutersê eşkere kir ku her du hewldanên DAIŞ’ê di mehên dawî de hatin têkbirin.
Ev nûçeya Reutersê hevdemî serdana El-Şeri bo Amerîkayê tê kirin û wer xuyaye ku hewl tê dayîn destekê bidin tevlîbûna El-Şeri ji nava Koalîsyona Navneteweyî re.



